IraqNûçeRojhilatanavinSûriye

Serokwezîrê Iraqê Heyder el-Ebadî: Li Şingalê hêzeke ji artêşa Iraqê û Pêşmerge tê avakirin

Serokwezîrê Iraqê Heyder el-Ebadî piştî civîna Desteya Wezîrên Iraqê ya îro pêk hat, derket pêşberî rojnamevanan.

Heyder Ebadî bal kişand ser hevkarîya di navbera hêzên Iraqê û hêzên Pêşmerge ya di operasyona Mûsilê de destpê kiriye û wiha axivî: “Beşek ji vê hevkariyê jî ew e ku li Şingalê hêzeke hevbaş a ewlehiyê ku ji Artêşa Iraqê û Pêşmerge pêk tê, were damezrandin.”

Serokwezîrê Iraqê deverên ku nakokî li ser wan heye bi bîr xistin û li ser rêkeftina navbera hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê û wiha pêde çû:

“Li ser deverên nakokî gotûbêj berdewam e. Di derbarê rizgarkirina Nînowa û Mûsilê de rêkeftinek heye. Xeta Pêşmerge heye, ew dê li cihê ku berê li wir bûn bimînin. Li ser rêveberiya deverên ser bi Nînowayê ku di 2003an de piştî hatina Amerîkayê bi tevgerên Pêşmerge guhertin pêk hat, pêwîst e rêkeftinek were kirin. Ev mijar divê bi hevkarî û diyalogê were çareserkirin. Beşek ji vê hevkariyê jî ew e ku li Şingalê hêzeke hevbaş a ewlehiyê ku ji Artêşa Iraqê û Pêşmerge pêk tê, were damezrandin. Ev dibe ku li deverên din jî were pêkanîn.”

Ebadî herwiha diyar kir ku hevkarîya hatiye kirin bi awayekî serkeftî encam daye û bawerîya hevdu ya alîyan bihêz bûye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu