serokwezîrê Iraqê li bara êrişên terorîstî yên DAIŞ`ê li hin welatên cîhanê hişyarî da.
Li gorî rapora roja çarşemiyê ya televîzyoan Meyadînê Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê roja çarşemiyê got hêzên iraqî l şerê li hember DAIŞê gelek serketin bidest xistine û dê bi zûtirkê kontrola piraniya navçên bajarê Mûsilê bigrin destê xwe.
Heyder Ebadî got Iraq li rawestana li ber terorîzmê bi hemî welatan re hevakriyê dikin.
Di eynî demê de çavkaniyên nûçan ragihandin li encama teqîna bombeyekê li başûrê Bexdayê herîkêm kesek hat kuştin û 4 kes jî birîndar bûn. Ev teqîna li navça El-Şuhedaya Bexdayê qewimî.
Paytexta Iarqê li mehên dawiyê bi awayekî berbilav şehedê teqînên curbicur bû ku goriyên wê hemî ji welatiyên sivîl ên Iraqê ne.
Ev teqîn li halekê cih tên ku hêzên ewlehiyê yên Iraqê mijûlê azadkirina bajarê Mûsilê li parêzgeha Neynewayê ji destê DAIŞ`ê ne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)