Umer El Kerwî, nûnerê parlimana Iraqê herwiha got, Heşda Eşîran, wê beşdarî dabînkirina ewlehiya li navçeya Diyalê li rojhilata Iraqê bibin û berpirsa pêkanîna ewlehî û aramiyê jibo awareyên iraqî ye.
Vî nûnerê xelkê parêzgeha Diyalê li Meclisa Iraqê pêgîrî kir hemî gundên li navçeya Celewlayê ku ji destê DAIŞ`ê azad bûne, dikarin ku Heşda Eşîran pêk bînin. Li gorî gotina El Kerewî, hêzên ewlehiyê, wê berpirsên dabînkirina çekên Heşda Eşîran bin. Biryar e hêzên Heşda Eşîran ji welatiyên Ereb, Kurd û Tirkman pêk werin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)