IraqNûçeRojhilatanavin

Serokwezîrê Iraqê pesendkirina qanûna tevlîbûna Heşdê Şeibî nava artêşa Iraqê pîroz kir

Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê tevî pîrozkirina pesendbûna qanûna tevlîbûna hêzên seferberiya gelanî yên Iraqê (Heşdê Şeibî) nav artêşa vî welatî, li ser rola van hêzan li warê azadkirina navçeyên dagirbûyî ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê va pêgirî kir.

Li gorî rapora Sûmiriye News`ê, Heyder Ebadiyê serokwezîrê Iraqê berêvariya şemiyê li daxûyaniyekê tevî pîrozkirina pesendbûna qanûna tevlîbûna hêzên Heşdê Şeibî nav artêşa Iraqê li gelê Iraqê û hêzên seferberiya gelanî, got: Ez wekî berî careke din li ser girîngiya hizûra van hêzan li warên ewlehiyê yên Iraqê pêgiriyê dikim.

Serokwezîrê Iraqê got: Bi pesendkirina vê qanûnê li parlimanê hêzên Heşdê Şeibî wê bikevin bin fermandetiya rasterast a fermandarê gişt hêzên çekdar û ev fermandetî nûnerê hemî çîn û qatên gelê Iraqê ye û hemî xelkê diparêze.

Tevî viya Osame Nuceyfî cîgirê serokomarê Iraqê tevî rexneya ji pesendkirina qanûna tevlîbûna Heşdê Şeibî nava artêşa Iraqê idia kir ku mercê perjirandina plana aştiya neteweyî ku hevpeymaniya neteweyiya şîeyan ew raber kirine ji aliyê hevpeymaniya hêzên sune va li Iraqê ev e ku ev qanûn bê betalkirin.

Wî got: Mercê me ji bo pejirandina plana aştiya neteweyî girtina rê li ber cihanîna vê qanûnê ye.

Plana guhertina nijyara Heşdê Şeibî bo hêzeke fermî di bin çavdêriya Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî û artêşa Iraqê da roja şemiyê piştî çend mehan hilkolandin û şêwirmendiyê li parlimana vî welatî kete ber dengêmn nûneran û bû qanûn.

Li civîna duh ya parlimana Iraqê, nûnerên Tevgera Sune ya Parlimanê ku para zêde di bin serokatiya malbata Nuceyfî da ne, di civînaê de beşdar nebûn ku ev yeka dikare li dahatiyê kêşeyên siyasî û bi taybet li parêzgeha Neynewayê û bajarê Mûsilê, zêde bike.

Heşdi Şeibî ku bi giştî ji hêzên şîe û yên bi serokatiya kesayetiyên mezhebî yên şîe yên Iraqê pêk hatiye, ji aliyê suniyan ve tawanbar bûye ku mafên mirovan binpê kiriye û destdirêjiya welatiyên sunî kiriye.

Heşdi Şeibî ya Iraqê bi dû bihêzbûna DAIŞ`ê û dagirkirina navçeyên berfireh ên parêzgehên El Enbar, Selahedîn û Neynewayê ji aliyê vê komê va, bi fetwaya ayetullah Sîstanî, merceê payebilind ê Iraqê pêk hat û bi hezaran milîtanên şîe bi wergirtina çek û bûdceyê ji dewletê, tê de beşdar in.

Heşdi Şeibî niha jî di bin fermana rasterast a serokwezîrê Iraqê da ye û çend rêberên siyasî û mezhebî yên Iraqê, qumandetiya çiqên wê yên curbicur dikin.

Di xaleka vê qanûnê de hatiye: Kom û teşkîlatên Heşdi Şeibî, li gorî vê qanûnê, teşkîlatên qanûnî tên hesêb ku bûdce û berpirsiyên taybet hene û parek ji hêzên ewlehiya Iraqê tên hesêb û mafê xwe hene ku pênaseya xwe heya dema ku gefek jibo ewlehiya neteweyî ya Iraqê neyên hesêb, biparêzin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu