Serokwezîrê Iraqê peyamek derbarê binpê kirinên helbijartinên li Silêmaniyê belav kir.
Di peyama xwe ya îro 13.05.2018ê belav kir de serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, daxwaz ji hêzên ewlehiyê kir ku kontrola binpê kirinan bikin.
Herwaha Heyder Ebadî daxwaz ji komîsyona bilind a serbixwe ya helbijartinên Iraqê kir, ‘’Bi awayek lez ew sandoq û cîhaz û amûrên elektronîk ên gileyî li ser wan heye bila bên kontrol kirin.’’
Serokwezîrê Iraqê amaje bi vê yekê jî kir, ku pêwîste komîsyon piştî kontrola sandoq û amûrên teknolojîk encamên helbijartinê yên li wan navçeyan belav bike.