Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê li gotûbêja xwe ya tev ajansa Firans 24`ê ragihand ku peywendiya welatê wî tev Îranê girîngtir ji peywendiya Iraqê tev Amerîka ye.: Peywenda me tev Têhranê girîngtir ji peywenda me tev Waşîngtonê ye
Ebadî li vê gotûbêja xwe destnîşan kir; Iraqê tev Îranê sînorên dirêj hene û dêroka wan a cînartiyê jî dirêj û kure û zêde bûna kêşeya dinavbera Amerîka tev Îranê dibe sebeb ku em peywendiyên başe xwe tev Îranê berfirehtir bikin, ji ber ku her aqilmendek bi dû viyaye ku peywendiyekî baş tev cînarên xwe hebe, Amerîka ji Iraqê dûre loma mesleheta me evaye ku peywendiya me tev Îranê baştir bibe loma peywendiyên me yên civakî tev Îranê pirtir û berfirehtirin.
Ebadî destnîşan kir; Dagîrbûna Iraqê ji aliyê Amerîka bûye sebeba viya ku Iraqê bikeve ber xetera terorîzmê û Amerîka îzn da ku hezaran terorîst bikevine nav axa Iraqê û bi sedan hezar kes ji xelkê Iraqê bi destê van terorîstan hatine kuştin ku eva bûye sebeb hemû saziyên Iraqê jinav herin pes pêwîste ku li vê barê em biaxivin.
Qumandê giştî yê hêzên çekdare Iraqê li bara Ebûbekr Bexdadî jî eşkera kir; Dewlet û hêzên eskerî haje veşartgeha Bexdadî û hûrgiliyên li ser serkirdeyê DAIŞ`ê hene û para pirtir a serkirdên biyanî yên DAIŞ`ê niha ji nav Mûsilê revîne û tenû du serkirdeyên DAIŞ`ê niha li nav Mûsilê ji bo Bexdadî mane û ji ber ku Bexdadî xwe veşartiye, kes peywendî bi wî tune.
Wî li bara îdiaya Saziya Zêrevanê Heq û Mafê Mirov li bara Heq û mafê mirov li navçên şerî ji aliyê Hêzên Gelanî yên Iraqê jî got: Hêzên gelanî yên Iraqê neketine nav Mûsilê û tenê Artêş, Polîsa Federal û saziya dije terora Iraqê û polîsên xwecî ketine nav vî bajarî û Heşda Şeibî xwe bona azadkirina rojavaya parêzgeha Nêynewayê amade dikin.
Ebadî li bara peywendiyên navbera Bexdayê û Herêma Kurdistana Iraqê jî got: Hêzên Pêşmerge dê biçin çeperên xwe yên berî destpê bûna operasiyona azadkirina Mûsilê û min bawerî bi vê rêketinê heye.
Ebadî li bara hizûra hêzên eskerî yên Tirkiyê bo nav navça Beşîqê li nav axa Iraqê jî got: Bexdayê karî kirîza navbera Bexdayê û Enqerê tenah bike û nehêşt ku Tirkiye hêzên xwe li nav axa Iraqê zêde bike û niha jî hêzên iraqî ser kempa eskerî ya Beşîqê bi desthilatin û hêzên Tirkiyê jî tu nexş û rolek li ser vê kempê tune û dewleta Tirkiyê jî soz daye ku piştî azadiya Mûsilê hêzên xwe ji nav axa Iraqê derxwîne.
Wî li bara pêkanîna kempa Iraqî, Rûsî û Îranî li nav axa Sûriyê jî got: Ev kempa li Bexdayê heye û hevkariyên her sê welatan dijî terorîstan hîn jî berdewamin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)