IraqNûçeRojhilatanavinSûriye

Serokwezîrê Iraqê ser parastina dewleta Sûriyê tekez kir

Heyder El-Ebadî serokwezîrê Iarqê roja duşemiyê li hevdîtina taxima medyayê ya kuweytî li Bexdayê bal kişand ser vê yekê ku bi operasyona azadkirina Mûsilê, Iraq bereberê têkbirina DAIŞ`ê ye û got: DAIŞ xetereke giştalî û cîhanî ye û jibo hemî welatan gefek tê hesabê.

Serokwezîrê Iraqê destnîşan kir: Bexda rastî qeyranên curbicur û êrişên terorîstî hatiye lê divê grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê ji nav bibe û erdên xwe ji destê wan azad bike .

Heyder Ebadî destnîşan kir: Civaka cîhanî divê bi saya gihandina alîkariyê bo Iraqê jibo jinavbirina  grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê jibo dabînkirina  berjewendiyên giştî ya hemî welatan pêngavan hilîne.

Ebadî got: Peywendiyên Iarq û Kuweytê di asteke baş de ne û peywendiya îro kariye ku ji rewşa  aloz a berê  ya li serdema  rejîma Besê bighêjine  hewdengî û hevhatinê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu