Heyder El-Ebadî serokwezîrê Iarqê roja duşemiyê li hevdîtina taxima medyayê ya kuweytî li Bexdayê bal kişand ser vê yekê ku bi operasyona azadkirina Mûsilê, Iraq bereberê têkbirina DAIŞ`ê ye û got: DAIŞ xetereke giştalî û cîhanî ye û jibo hemî welatan gefek tê hesabê.
Serokwezîrê Iraqê destnîşan kir: Bexda rastî qeyranên curbicur û êrişên terorîstî hatiye lê divê grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê ji nav bibe û erdên xwe ji destê wan azad bike .
Heyder Ebadî destnîşan kir: Civaka cîhanî divê bi saya gihandina alîkariyê bo Iraqê jibo jinavbirina grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê jibo dabînkirina berjewendiyên giştî ya hemî welatan pêngavan hilîne.
Ebadî got: Peywendiyên Iarq û Kuweytê di asteke baş de ne û peywendiya îro kariye ku ji rewşa aloz a berê ya li serdema rejîma Besê bighêjine hewdengî û hevhatinê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)