ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Serokwezîrê Iraqê Sêşemiyê bi şev êrîşa têrorstî ya Ehwazê kiryareka tirsokane da zanîn û ew şermezar kir

Li gorî rapora IRNAyê, Heyder Ebadiyê serokwezîrê Iraqê got ku ev cûre kiryarên hovane li aliyê komên têrorîst ên ser bi tevgerên zêdegav va pêk tê tên.

Serokwezîrê Iraqê têrorîsm wek kêşeyeka navneteweyî da zanîn û ji hemî welatan xwest ku ji bo jinavbirina têrorîsmê hevkariyê bikin.

Heta niha gellek ji welatan ji wan Rûsiye, Brîtanya, Fransa, Uman, Yemen, Komara Azerbaycanê, Pakistan. Efxanistan, Sûriye, Tirkiye, Şîlî, Sengapût, Koreya Başûr û Ermenistanê êrîşa têrorîstî ya Ehwazê şemezar kirine û hevxemiya xwe digel dewlet gelê Îranê û malbatên şehîdên vê bûyera têrorîstî ragihandine.

Başa dön tuşu