NûçeRojhilatanavinSûriye

Hêzên nû yên amerîkî derbasî Sûrîyê bûn

Hejmarek hêzên nû yên amerîkî derbasî rojhilata Amerîkayê bûn û li derdora bajarokê Hecînê li parêzgeha Dêrezorê bi cih bûn.

Koma nasyar bi Çavdêrgeha Mafên Mirovan a Sûrîyê ragihand: Karwanekî leşkerî yê hevalbendîya navnetewî bi serkirdetîya Amerîkayê ku ji 6 maşîn û 4 kamyonên hilgirê mûşekan û kel û melên din derbasî devera navbera hêzên kurd ên sûrî û koma têrorîst a DAIŞ`ê li başûra rojhilata Dêrezorê bû.

Çavdêrgeha Mafên Mirovan a Sûrîyê ku meqera wê li Londonê û ser bi neyarên hikmeta vî welatî ye, herwiha ragihand: Hejmarek marînzên amerîkî jî bi balafireke leşkerî giheştin derdora bajarokê Hecînê.

Amerîka û hevpeymanên wê ji sala 2014`an ve bi heceta têkoşîna dijî DAIŞ`ê, derveyî çarçova NY û bêyî îzna dewleta Sûrîyê li axa vî welatî bi cih bûne û heta niha gellek sivîlên sûrî kuştine.

Başa dön tuşu