IraqNûçeRojhilatanavin

Serokwezîrê Iraqê û Mesûd Berzanî hevçaxî operasiyona azadkirina rojavaya Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞ`ê, bi hevra hevdîtin pêk anînin

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, nivîsgeha serokwezîriya Iraqê li daxûyaniyekê ragihand; Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê û Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistana Iraqê êvara duh sêşemê li Hewlêrê bi hevra gotûbêj kirin û ser zêdekirina hevkariyên Bexda û Hewlêrê li şerê dijî terorîstan sekinîn.

Herwisa li vê daxûyaniyê hatiye ku Barzanî û Ebadî ser hevgirtina siyasî li Iraqê sekinîn.

Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê duh piştî azadiya hinek ji avahiyên îdarî li Mûsilê seredana vî bajarî kir ta ku ji nîzik va çavdêriya operasiyona azadkirna rojavaya Mûsilê bike.

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî piştî seredana xwe ya Mûsilê gihişte Hewlêrê û bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re civiya.

Piştî serdana xwe ya Mûsilê Ebadî seredana Herêma Kurdistanê kir û bi rêya Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê gihîşt Herêma Kurdistanê.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya li Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî kir.

Hate ragihandin ku Ebadî di vê seredanê de ligel Barzanî û berpisên din ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê hevdîtinan pêk anî..

Hat zanîn ku Ebadî û Barzanî li vê hevdîtinê li ser şerê li dijî DAIŞê û bi taybetî operasyona Mûsilê, pêwendiyên navbera Hewlêr-Bexdayê, pirsgirêkên navbera her du aliyan û çawaniya çareserkirina wan pirsgirêkan û qonaxa piştî DAIŞê û şêwaza rêvebirina Mûsilê piştî DAIŞ`ê bi hevra gotûbêj kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu