ErebîstanÎranNûçeRojhilatanavin

Qasimî: Dew û dozên Adil El-Cubeyr nîşana bê encamiya kiryarên Alê Siûd li hemberî îradeya qahêm a gelê Yemenê ye

Berdevkê wezareta karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê bi bîrxistinadu sal û nîvan êriş û desdirêjiya bê encam ya rejîma Erebistanê ser gelê Yemenê û cinayetên vê rejîmê li dij gelê mezlûm ê Yemenê, dew û dozên wezîrê derve yê siûdî Adil El-Cubeyr nîşana bê encamiya kiryarên Alê Siûd li hemberî îradeya qahêm a gelê Yemenê da zanîn.

Wezîrê karên derve yê Erebistana Siûdî Adil El-Cubeyr duh li civîna nûçegihanan bi beşdariya wezîrê derve yê Fransayê Jean-Marc Ayrault (Jan-Mark Ayro) li Riyazê de îdia kir ku Erebistanê ji bo birîna destê derbekarên alîgirê Îranê xwe tevlî karûbarên Yemenê kir.

Di encama êrişên dirindane ên rejîma Alê Siûd ser gelê Yemenê ku bi piştgiriya Amerîka, Brîtanya û Fransayê cih hatheya niha zêde ji 11 hezar yemeniyên sivîl ku di nav wan de gelek jin û zarok jî hene hatine kuştin û bi milyonan kes jî aware bûne.

Rejîma Alê Siûd bi mihaneya vegerandina serokomarê îstîfakirî yê Yemenê Ebdrebe Mensûr Hadî cinayetên xwe li dij gelê Yemenê dan despêkirin. Di encama van êriş û cinayetan û dorpêçkirina vî welatî ji aliyê rejîma Siûdî û hevpeymanên wê xwarek û derman li Yemenê kêm bûn û eva bû sedema belavbûna nexweşiyên curbicur li Yemenê.

Qasimî herwiha got: Erebistana Siûdî li van salên dawiyê bûye maka sereke ya terorîzmê li navçê de û ji bo belavkirina terorîzmê her karek ku ji dest hatiye kiriye û ev dew û dozên Adil Cubeyr jî wek berevajîkirina rastiyan li navçê ye.

Qasimî herwiha desnîşan kir ku Îran hergav li ser prensîpên cînaretiya xweş li navçê sekiniye û li vê çarçovê de xebitiye ku pêwendiyên xwe bi cînarên xwe baş bike û Tehranê li van salên dawiyê bona sanayî û normalkirina pêwendiyan tev cînaran gavên hêja avêtine û astengiya sereke ser vê rêkê û ser riya damezirîna ewlehî û aramiyê li navçê de kiryarên eşkera û bi dizî yên Rejîma Alê Siûd dibîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu