CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Serokwezîrê Îsraîlê siyonîst: Armanca me ya giring pêşî girtina li karên dijminane yên Îranê ye, ku dixwaze Îsraîl jinav bibe

Serokwezîrê Îsraîlê siyonîst Benjamin Netanyahu ragihand, ku di van rojan de, bi taybetî ji bo pêşî girtina li hebûna Îranê ya li nav Sûriyê, ewê tevgera serbazî bikin.

Benjamin Netanyahu li pêşiya parlamento ango Kinêsta Îsraîlê siyonîst got: Armanca me ya giring pêşî girtina li karên dijminane yên Îranê ye, ku dixwaze Îsraîla siyonîst jinav bibe.

Netanyahu diyar kir, ku Îsraîl rijd e li ser rûbirûbûna dujminkariyên Îranê bi awayekî pratîkî û ewê di van rojan de, tevgereke serbazî li dijî rêjîma Îranê li Sûriyê bikin.

Serokwezîrê Îsraîlê siyonîst eşkere kir, ku ew pêşbînî dikin Amerîka hevkariya wan bike, bi taybetî di warê zêdekirina fişarên aborî li ser Îranê.

Herwiha spasiya serokê Amerîka Donald Trump kir, ku ji Rêketina Etomî ya li gel Îranê vekişya û dest bi sepandina cezayan li ser Îranê kir.

Başa dön tuşu