Serokwezîrê Îsraîlê siyonîst ragehand, ku dê serdanên fermî li hin welatên ereb pêkbîne.
Li gor nûçeya rojnameya Şerqulewset duh 28.10.2018ê Sultanê Ummanê Sultan Qabus Bin Seîd peyamek peyamek bi rêya şêwirmendekî xwe ve ji serokê Filîstînê Mehmûd Ebas re rêkiriye.
Ew peyama Sultan Qabus di çarçoveya hewldanên wî yên ji bo lihev nêzîk kirina Îsraîl û Filîstînê ye ku proseya aştiyê pêşde bê birin.
Berî naha jî roja 25.10.2018ê serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netenyahu serdana Ummanê kiribû û li gel sultanê Ummanê civiya bû.
Duh 28.10.2018ê serokwezîrê Îsraîlê siyonist Benjamin Netenyahu ragehand, serdana wî ya Ummanê ne serdana dawiyê ye û di demekî nêzîk de serdana çend welatên din ên ereb bike.