NûçeFilistînRojhilatanavin

Êrişa ser sîyonîstan li Nablosê û pevçûna bi çekan li Beyt Lehmê

Hevgavê êrişa bi çekan ser xaleke lêgerînê ya sîyonîstan li Nablosê, di navbera ciwanên filistînî û dagirkerên ku êrişî Beyt Lehmê kiribûn da, pevçûn derket.

Dagirkerên sîyonîst berbanga îro êrişî bajarê Beyt Lehm li Rexê Rojavayê Çemê Urdinê kir û dor li malên filistînîyan girtin û bi vî awayî di navbra wan û ciwanên filistînî da pevçûna bi çekan derket.

Çavkanîyên xwecihî ragihand ku sîyonîstan gellek hêzên alîkarî şandin Beyt Lehmê û di vî halî da piştî bicihbûna hejmareke zêde ya hêzên dagirker li devera Wadî Mealîyê, teqîneek giran li wî bajarî qewimî.

Mêdyayên filistînî jî ragihand ku êriş û pevçûn di navbera hêzên Berxwedana FilistînêBerxwedana Filistînê û leşkerên Rêjîma Sîyonîst da li derdora malên dorpêçbûyî li Beyt Lehmê didomin.

Eva di halekî da ye ku di van rojên dawîyê da, komên Berxwedana Filistînê, Rêjîma Sîyonîst derheq dûhatên bitaluke yên domandina destdirêjîyên ser Mizgefta Eqsayê wek qibleya misilmanên cîhanê ya yekem, hişyar kiriye.

Sîyonîst vê dawîyê bi awayekî komkî bi piştgirîya leşkerên Rêjîma Sîyonîst êrişî Mizgefta Eqsayê dikin û derbasî nava wê dibin. Sîyonîstan destdirêjî û êrişên ser Mizgefta Eqsayê tund û giran kirine û bi vê yekê lê digerin wisa bikin ku vê mizgeftê dabeş bikin, bi awayekî ku filistînî tenê bikaribin di demên dîyarkirî da derbasî beşeke vê mizgeftê bibin.

Başa dön tuşu