İslami Davet Kurdi Bange İslami

Serokwezîrê Îtalyayê Matteo Renzi îstifa kir

Serokwezîrê Îtalyayê Matteo Renzi ku piştî serneketina referandûma 4ê Kanûnê karvekêşana xwe anîbû rojevê îstifaya xwe pêşkeşî Serokomarê Îtalyayê Sergio Mattarella kir.

Serokwezîrê Îtalyayê Matteo Renzi piştî pêşkeşkirina îstifaya xwe ya ji serokwezîrtiyê li ser hesabê xwe yê twitterê got, “Spasiya her kesî dikim. Bijî Îtalya”.

Hêjayî gotinê ye Renzi di referandûma roja Yekşemê de piştî derketina dengên ‘na’ ragihandibû ku dibe ew îstifa bike. Serokwezîrê Îtalî ji ber daxwaza Serokomarê Îtalyayê ya li bendêmayîna derketina qanûna budçeyê îstifaya xwe demeke kurt taloq kiribû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version