ÎranNûçeRojhilatanavinZanîstî

Îran li meqama 187-an a çêkerên erebeyan li cîhanê ye

Saziya navnetewî ya çêkerên tirombîlan ragihand ku Îran pê çêkirina salê zêde ji milyonek erebeyê li cîgeha 18-an a çêkerên erebeyan li cîhanê ye.

Li gor rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, Saziya navnetewî ya çêkerên tirombîlan (OICA) ragihand ku Îranê sala 2016 zêde ji milyonek û 164 hezar û 710 erebe çêkirine û li pêka sala pêştir sedî 18.6 çêkirina erebeyan li îranê zêde bûye.

Gor vê raporê Çîn, Amerîka û Japon sê welatên sereke yên çêkirina erebeyan li cîhanê ne.

Muhemed Riza Nêimetzade wezîrê Senet, Meden û ticareta Îranê pêştir ragihandibû ku Îranê li 4 mehên destpêka îsal 420 hezar erebe çêkirine ku li qiyas digel sala par pêşketinekî sedî 20ê hebûye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu