Serokwezîrê New Zelandayê John Key di axaftina xwe ya parlamentoyê de ragihand ku ev wezîfeya serokwezîrtiyê ku ji sala 2008an pê ve dimeşînin ji wezîfeya xwe îstîfa dikim. Key got: “Hemû tiştê ku ji min hat min kir, ez nikarim serdemeke din serokwezîrtiyê bikim.”
John Key di berdewamiya axaftina xwe de got: “Ev biryara ku niha min standiye ez dizanin di nava biryarên min de ya herî zahmet e. li gorî nêrîna min ji bo çûnê tam dema wê ye. Piştî mink î were sere partiye bila were bê şert û merc ez ê piştgiriyê bidimê.”
Serokê Giştî yê Partiya Karker ku li New Zelandayê muxalefeta serekeye Andrew Little ji bo îstîfaya John Key nirxand û li ser hisabê xwe yê medya civakî peyamek parve kir û got: “John Key bi fedakarî û camêrî xizmet ji New Zelandayê re kir. Pêşerojeke baş ji bo wî û malbata wî daxwaz dikim.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)