CîhanNûçe

Serokwezîrê New Zelandayê Key îstîfa kir

Serokwezîrê New Zelandayê John Key di axaftina xwe ya parlamentoyê de ragihand ku ev wezîfeya serokwezîrtiyê ku ji sala 2008an pê ve dimeşînin ji wezîfeya xwe îstîfa dikim. Key got: “Hemû tiştê ku ji min hat min kir, ez nikarim serdemeke din serokwezîrtiyê bikim.”

John Key di berdewamiya axaftina xwe de got: “Ev biryara ku niha min standiye ez dizanin di nava biryarên min de ya herî zahmet e. li gorî nêrîna min ji bo çûnê tam dema wê ye. Piştî mink î were sere partiye bila were bê şert û merc ez ê piştgiriyê bidimê.”

Serokê Giştî yê Partiya Karker ku li New Zelandayê muxalefeta serekeye Andrew Little ji bo îstîfaya John Key nirxand û li ser hisabê xwe yê medya civakî peyamek parve kir û got: “John Key bi fedakarî û camêrî xizmet ji New Zelandayê re kir. Pêşerojeke baş ji bo wî û malbata wî daxwaz dikim.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu