LubnanNûçeRojhilatanavin

Serokwezîrê nû yê Libnanê: Hewcetîya welêt tifaqa netewî ye

Serokwezîrê nû yê Libnanê got: Istiqrara sîyasî û aborî, ewlehîya civakî, serdestîya qanûnê û tifaqa netewî hewcedarîyên welêt di rewşa nika de ne.

Hessan Deyab Serokwezîrê nû yê Libnanê şeva buhurî piştî bidestxistina pirranîya dengên Parlimanteran li Meclisa Netewî ya wî welatî ji hêla Mîşel Ewn Serokomarê Libnanê ve jibo pêkanîna kabînê hat raspartinê û di daxûyanîyekê de pêgirî kir: Piştî rawêjkarîya digel Serokwezîrên berê, Parlimanteran, partî û alîyên sîyasî, yê dewleteke çalak bi pişkdarîya têknokiratan û kesayetîyên sîyasî pêk bîne.

Deyan pêgirî kir ku ew dê guh bide nêrîn û gotinên ku ser bingeha vîna gel bin û dîyar kir: Dewleta bê yê dewleteke hevdeng digel daxwazên gelê Libnanê be ku dilgiranîyên an nehêle û daxwazên wan dabîn bike.

Hessan Deyab yek ji kesayetîyên ehli Sunne û Wezîrê berê yê Perwerdeya Bilind a Libnanê şeva buhurî 69 deng li Parlimanê bidest xistin û hat raspardin ku mideha 3 hefteyan de desteya wezîran bide nasandinê.

Başa dön tuşu