AborîÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî: Wergirtina ji nû ya para gelê Îranê ji bazara niftê, wergirtina mafê gel bû

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi gotina viya ku di Lihevkirina Navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1`ê nasyar bi Bernameya Giştaklî ya Pêngava Hevpar da yek ji mafên gel ku serê xwe girt û vegeriya gel, berhemanîn û derfirotina niftê bû, got: Wergirtina ji nû ya pişk û para gelê Îranê ji bazara niftê, wergirtina mafê gel bû.

Hesen Rûhanî serokê Komara Îslamî ya Îranê êvara sêşemiyê li rêûrisma şêst û çaremîn salvegera damezirtandina Navenda parêzerên Dadweriyê li Têhranê bi gotina viya ku roja îro zêde ji du beranberî sala 2016`an nift li Îranê tê berhemanîn û firotin, got: Ev pişk û para niftê mafê gelê Îranê bû û aliyên din mafê gelê Îranê bi saya boykotên zalimane xesb kiribûn.

Rûhanî bi gotina viya ku dîplomasiya niftî bû sebeb ku hemû berhemênerên niftê ji bilî Komara Îslamî ya Îranê asta berhemanîna nifta xwe kêm bikin, her wiha got: Roja îro Îran dikare niftê bifiroşe her welatekî bikirê niftê û êdî neçar nîne ku diravê niftê bi şert û mercên taybet werbigire.

Serokomarê Îranê got: Hêza bijartinê li peywendiyên aborî, wergirtina diravê gelê Îranê, azadiya kirrîna cins û kelûpelan li welatên cûrbicûr, veguhestina azad li warê gemîvaniyê, derfirotina pêtrokîmiyê û kirrîn û firotina filizên biha ji dûhat û qazancên Lihevkirina Navokî ne.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha parêzerî warê zanist û berêqildanîn û hunerê da zanîn û tevî pêgiriya li ser viya ku parêzer divê hevsengê dadwer serxwebûna xwe hebe, got: “Serxwebûna saziya dadweriyê mafê hikûmetê û serxwebûna parêzer (wekîl) jî mafê gel e“.

Rûhanî bal kişande ser viya parêzer û parêzerî wateya xwe ya gelemperî û berfire heye, got: “Hemû berpirsên pergala Komara Îslamî ya Îranê parêzerên gel in ku bi awayê dengê rasterast û nerasterast hatine bijartin û wateya wê ev e ku bingeheke girîng a rewatiyê li pergala Komara Îslamî ya Îranê dengê gel e“. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu