Serokwezîrê Rejîma Siyonîstî got ku li çarçova çaresrkirina pisrgirêka navbera Îsraîl û Filistînê divê hizra şandina hêzên navneteweyî nav zivala Gazayê were hilkolandin
Li gorî rapora ISNA`yê, ji zarê malpera Filistîn El-Yewmê, Binyamîn Netenyahû, serokwezîrê Rejîma Siyonîstî beriya ku ji Awistralyayê derkeve, li hevdîtina tev Julie Bishop, wezîra karên derve ya vî welatî, “ hizra serdestî û kontrola navneteweyî“ ser zîvala Gazayê hilêxist , şibê tiştê ku li bara başûrê Lubnanê cih hatiye.
Eva cara yekê ye ku Netenyahû planeke bi vî rengî dixe rojevê.
Netenyahû ev plana li çarçova“ çareserkirina kêşeya Îsraîlî- filsitînî“ xist rojevê.
Serokwezîrê Rejîma siyonîstî li bersiva pirsekê ji aliyê vê rayedara awistralyayî li bara hitmala pevçûna navbera her du aliyan got :Divê artêşa Îsraîlê kêleka rojava ya emê Urdinê tam bixe bin kontrola xwe û hakimiyeta Filistînê sînordar bibe. Her wiha divê li dû alternatîvên ewlehiyê ji riya şandina hêzên navneteweyî bo Gazayê bibin.
Netenyahû destnîşan kir: Ezmûna Îsarîlê li bara berpirsiyariya ewlehiyê ya hêzên ewlehiyê baş nîne. Amajeya Netenyahû bo damezrandina hêzên biyanî li başûrê Lubnanê piştî paşdevekişyana Îsraîlê ji wir li sala 2000`an bû. Lê dîsa jî serokwezîrê Rejîma Siyonîstî diayr kir ku dikarin vê mînakê li li Gazayê dubare bikin û hêzên biyanî di pratîkê de zîvala Gazayê bixin bin kontrola xwe û li hember van cure kiryarên terorîstî rawestin.
Lê kanala dudiyan a Rejîma Siyonîstî ragihand ku kivş nîne ku ev meseleya çiqasî cidî ye an ku rêberiya Îsraîlê wê qebûl bike an na. (BANGÊ ÎSLÂMİ)