200 milyon belgên dengdayînê li Îranê hatine amadekirin
Wezîrê karên hindir ê Îranê ragihand: 200 milyon belgeyên dengdayînê jibo lidarxistina hilbijartinên 19 Gulanê li Îranê hatine amadekirin ku di rewşeke taybet de, tên xweyîkirin û dê werin şandin bo navendên dengwergirtinê.
Ebdulriza Rehmanî roja pênşemiyê li kêleka seredana navenda hilbijartinên parêzgeha Bûşihrê(başûrê Îranê) got: Temhîdên qanûnî jibo lidarxistina hilbijartinên serokkomariyê, konseyên bajêr û gundan û navdewrê ya meclisa şêwra Îslamî ya Îranê hatine texmînkirin.
Wezîrê karên hindir ê Îranê got : Her yek ji beşên van hilbijartinan bi qanûn û proseyeke taybet tê lidarxistin ku li vê peywendiyê hevdengiyên pêdivî bi teşkîlatên têkildar li warê çavdêriyê re pêk hatine.
Rehmaniyê Fezlî diyar kir: Meclisa şêwra Îslamî ya Îranê çavdêriyê dike ser pêncemîn dewra hilbijartinên konseya bajêr û gundan û konseya zêrevan a destûra bingehîn a Îranê jî çavdêriyê dike ser hilbijartinên 12`emîn dewra serokkomariyê û hilbijartinên navdewrê yên meclisa Îranê.
Wezîrê karên hundir a Îranê destnîşan kir: Ji 20 Adarê ve tomarkirina navên berbijarên hilbijartinên konseyên bajêr û gundan û ji 11 Nîsanê jî tomarkirina navê berbijarên hilbijartinên serokkomariya Îranê destpê dibe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)