ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Serokwezîrê Sûriyê, duşemiyê bi şev bi armanca gotûbêja bi rayedarên Îranê, şopandina hevhatinnameyên ku di navbera du aliyan de di warên aborî û siyasî de îmze bûne û berfirehkirina hevkariyên di warê şerrê dijî terorîsmê de, derbasî Têhranê bû

Serokwezîrê Sûriyê, duşemiyê bi şev bi armanca gotûbêja bi rayedarên Îranê, şopandina hevhatinnameyên ku di navbera du aliyan de di warên aborî û siyasî de îmze bûne û berfirehkirina hevkariyên di warê şerrê dijî terorîsmê de, derbasî Têhranê bû.

Wezîrê aborî, bazirganiya derveyî, nift û çavkaniyên madenî, peywendî û teknolojiyê û serokê Banka Navendî ya Sûriyê, hevrê ligel Imad Xemîs hatine Îranê.

Debîrxaneya Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê, roja duşemiyê ragihand: Sefera Imad Xemîs, serokwezîrê Sûriyê bo Têhranê, bi dû sefera hefteya buhurî ya Elî Şemxanî, sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neeweyî ya Îranê bo Sûriyê û evîtina wî bi rayedarên payebilind ên vî welatî pêk tê.

Dewama şêwirînên du welatan û şopandina hevhatinan di warên aborî, siyasî û ewlehiyê û hilkolandina rêbazên parastin û berfirehkirina destkevtên vê dawiyê yên li Sûriyê bi taybet azadkirina bajarê stratêjîk ê Helebê, wê mêhwerên şêwirînên Imad Xemîs û Şemxanî bibin.

Her du alî di vê hevdîtinê de wê li ser şopandina hevpar a pêvajoyên siyasî û jordabirina peywendiyên aborî û cihanîna wan di warên binavahî û stratêjîk de gotûbêjê bikin.

Şemxanî li sefera xwe ya yekşemiya heftiya buhurî bo Sûriyê û li dema hevdîtina bi Bişar Esed, serokkomarê vî welatî, destnîşan kiribû: Gotûbêjên siyasî, divê di navbera sûriyan de û bi rêveberiya wan cih were. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu