NûçeRojhilatanavinSûriye

Serokwezîrê Sûriyê Îmad Xemîs: 27 milyar lîre ji bûdca sala 2018`an  bo avedankirina  parêzgeha  Dêrazorê hatiye terxankirin

Meydana niftê ya Nîşanê li parêzgeha Dêrazorê ya Sûriyê li rojhilata vî welatî piştî teimîrkirinê, derxistina niftê jê destpê kir.

 Li gorî rapora SANA News`ê, Îmad Xemîs, serokwezîrê Sûriyê roja sêşemiyê li merasima destpêbûna derxistina dubare ya niftê ji meydana niftê ya Nîşanê li parêzgeha  Dêrazorê spasiya fîdkariya xelkê û hêzên çekdar ên Sûriyê kir û got: 27 milyar lîre ji bûdca sala 2018`an  bo avedankirina  parêzgeha  Dêarzorê hatiye terxankirin.

Berhemanîna meydana  niftê ya Nîşanê niha gihêştiye  milyonek û 100 hezar bermîl di rojê de û hewldana  ji bo gîhandina  berhemanînê bo asteke herî zêde didome.

Şam ji destpêka  krîzê li sala 2011`an  kontrola piraniya  çavkaniyên  nift û gaza xwe ji dest da lê li sê salên buhurî, kontrola  du sisyanê van çavkaniyan cardinê bi dest xistin û piraniya  meydanên niftê li navenda  Sûriyê cardinê  xebata xwe destpê kirin û  gelek yên din jî li halê temîrkirinê û  destpêkirina xebata xwe ne.

Di hemen demê de  taximeke  dewleta ya Sûriyê ser fermana  Beşar Esed serokkomarê vî welatî bo seredana  çend projeyên xizmetkirin û avedankirinê sefera Dêarzorê kir.

Başa dön tuşu