Meydana niftê ya Nîşanê li parêzgeha Dêrazorê ya Sûriyê li rojhilata vî welatî piştî teimîrkirinê, derxistina niftê jê destpê kir.
Li gorî rapora SANA News`ê, Îmad Xemîs, serokwezîrê Sûriyê roja sêşemiyê li merasima destpêbûna derxistina dubare ya niftê ji meydana niftê ya Nîşanê li parêzgeha Dêrazorê spasiya fîdkariya xelkê û hêzên çekdar ên Sûriyê kir û got: 27 milyar lîre ji bûdca sala 2018`an bo avedankirina parêzgeha Dêarzorê hatiye terxankirin.
Berhemanîna meydana niftê ya Nîşanê niha gihêştiye milyonek û 100 hezar bermîl di rojê de û hewldana ji bo gîhandina berhemanînê bo asteke herî zêde didome.
Şam ji destpêka krîzê li sala 2011`an kontrola piraniya çavkaniyên nift û gaza xwe ji dest da lê li sê salên buhurî, kontrola du sisyanê van çavkaniyan cardinê bi dest xistin û piraniya meydanên niftê li navenda Sûriyê cardinê xebata xwe destpê kirin û gelek yên din jî li halê temîrkirinê û destpêkirina xebata xwe ne.
Di hemen demê de taximeke dewleta ya Sûriyê ser fermana Beşar Esed serokkomarê vî welatî bo seredana çend projeyên xizmetkirin û avedankirinê sefera Dêarzorê kir.