Hanî Mulqa serokwezîrê Urdinê bi dû dewama nerazîbûnên gelanî li vî welatî ji posta xwe wêde çû û Ebdulahê duyem paşayê vî welatî jî wêdeçûna wî qebûl kir.
Li gorî rapora malpera El Naşrê, piştî wêdeçûna Hanî Mulqa, Umer Rezaz wezîrê perwerdeyê yê Urdinê ji bo pêkanîna kabîna nû ya vî welatî hatîye erkdarkirin.
Gelê Urdinê ji 30`yê Gulanê ve di bersiva bangewazîya yekineyên esnafan de bi lidarxistina xwenîşandanê dixwazin ku pêşnîyarqanûna nû ya sermal û xeracê û pergala xizmetên medenî bên ibtalkirin.