NûçeRojhilatanavinSûriye

Peydakirina tonêla 500 mêtrî ya têrorîstan li başûrê Sûriyê

Artêşa Sûriyê êrîşa têrorîstên Cebheya Nusreyê li ser navendeke leşkerî li başûrê vî welatî pûç kir û tonêla têrorîstan bi dirêjahiya 500 mêtrî peyda kir

Li gorî rapora roja çarşemiyê ya SANA News`ê, rayedarekî leşkerî ragihand ku hin yekîneyên artêş û hêzên çekdar ên Sûriyê li opêrasiyonekê bi kontrol û şopandina deqîq a tevgerên têrorîstên Cebheya Nusreyê ku dil hebûn ji riya tonêlekê têkevin nav navendeke leşkerî li navçeya Herestayê, têk şikandin.

Hêzên Sûriyê li vê opêrasiyonê ji bilî kuştina bi dehan kes ji têrorîstan karîn ku tonêleke peywendîgirtinê navbera du navçeyên Heresta û Erebeynê bi dirêjahiya 500 mêtrî bixin binn kontrola xwe.

Têrorîstan ev tonêl ku têda hejmareke bombeyên destçêkirî û dûkelza hebû, ji bo ketina navçeyê bi kar dianîn.

Komên têrorîst ên Cebheya Nusreyê û Ceyş El Îslamê bi kemîngirtina li navçeyên Dûma û Herestayê ji bo lawazkirina morala gel bona piştgiriya ji artêşa Sûriyê li şerê dijî têrorîsmê navçeyên Şam û Rîfa Şamê dane ber êrîşên bio topên hawanê.

Li vî halî yekîneyên artêşa Sûriyê li opêrasiyonekê baregeh û çeperên têrorîstên cebheya Nusreyê li gundên Tîr Muele û Izedînê li dorhêla bakurê Humsê li rojavaya Sûriyê dane ber êrîşan ku di encamê da herî kêm 16 têrorîst hatin kuştin û 12 kes jî birîndar bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu