İslami Davet Kurdi Bange İslami

Serokwezîrê yekem yê Kosovoyê li Istenbolê jiyana xwe ji dest da

Bayram Recepî yê ku piştî li sala 1999an Kosovo ketibû bin sîwana Neteweyên Yekbûyî (NY) wek serokwezîrê yekem ê wî welatî hatibû ser kar, li nexweşxaneyeke Stenbolê jiyana xwe ji dest da.

Recepî demek berê piştî ku li Kosovoyê sekta mêjî derbas kir anîbûn Tirkiyê û li nexweşxaneyeke Stenbolê dihat dermankirin.

Hat ragihandin ku Bayram Recepî vê sibehê li demjimêr 09.45an jiyana xwe ji dest daye û dê cenazeyê wî jî bo Kosovayê were şandin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version