CîhanEwropaNûçe

Serokwezîrê Yûnanistanê yê berê Konstantîn Mîçotakîs jiyana xwe jidest da

Li gorî ajansa nûçe ya ANA-MPA ya Yûnanistanê, malbata wî di daxuyaniya xwe de ragihand ku Konstantîn Mîçotakîs berê sibehê jiyana xwe ji dest daye.

Konstantîn Mîçotakîs bavê Serokê Partiya Demokrasî ya Nû Kîryakîs Mîçotakîs û Wezîrê Derve yê berê Dora Bakoyannî ye û di sala 1990-1993an de Serokwezîrtiya Yûnanistanê jî kiribû.

Mîçotakîs di heman demê de xizmê siyasetmedarê navdar ê yûnanî Eleftherîos Venîzelos e û piştî cuntaya leşkerî ya 1967 a Yûnanistanê reviyabû Tirkiyeyê. Mîçotakîs salên dirêj li Parlamentoya Yûnanistanê wezîfe kir û ji sala 1967an hetanî 1974a li derveyê welat li surginê jiyana xwe dewam kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu