İslami Davet Kurdi Bange İslami

Serperestê haciyên Îranî got: Îran û Erebistan dikarin neyariyên xwe ji riya gotûbêjê çareser bikin

Nûnerê Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî li karûbarên haciyên Îranî û serperestê haciyên îranî bal kişande ser viya ku dîplomasiya Hecê dikare alîkariya baştirbûna rewşa siyasî ya di navbera Têhran û Riyazê bike got: Îran û Erebistanê du welatên mezin ên navçê ne ku dikarin neyariyên xwe ji riya gotûbêjê çareser bikin.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Hucetul-îslam Velmuslimîn Seyîd Elî Qazî Esker Nûnerê Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî li karûbarên haciyên Îranî û serperestê haciyên îranî li press konferansa xwe ya li Mekkeya Mukereme got: Wisa ku Îran û Erebistanê li ser mesela Heccê karîn bi hevra rêkevin û pilanên xwe bi başî ber bi pêş bibin, eger bona baştirbûna peywendiyên xwe yên siyasî jî bixebitin bê şik desthatekî baş dê hebe.

Qazî Esker bal kişande ser civîn û hevdîtinên xwe yên tev karbidestên Seûdî li rêûrisma hecca îsal û hêviya xwe da diyarkirin ku birêketina baş a rêûresma hecca îsal bibe sebeba baştirbûna peywendiyên di navbera Têhran û Riyazê û herdu alî bikaribin bona peywendiyêndemdirêj bixebitin.

Wî bal kişande ser viya ku dijayetiya di navbera Îran û Erebistanê ser qazanca her du welatan nîne û destnîşan kir: Niha ku fitneya terorîstên DAIŞ`ê jinav çûye, Komara îslamî ya Îranê bi dû hedef û armancên mezintir e û dil heye tev welatên cînar hevalbendiyekê navçeyî çêbike.

Nûnerê Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî li karûbarên haciyên Îranî ragihand ku pêwîst e desthata hecê wisa be ku misilman bona çarenivîsa misilmanan û cîhana îslamê biryarê bigrin.

Wî li bersiva pirsek li bara  “Gelo wexta viya nîne ku li rêûresma Heccê bona mesela Filistînê rêçareyek peyda bibe?”, got. Amerîka bi dû viya ye ku serbilindî û şanaziyên misilmanan ji wan bigire û Rêxistina Netewên Yekgirtî jî bûye saziyeke kirêgirtî û darê destê welatên serdestxwaz.

Exit mobile version