ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Sersaxiya Erbeyîna Îmam Hisên (S) û Şîngêriya Gelê Îranê

Îrana îslamî di şeva Çilema Îmam Hisên (S) û rêhevalên wî yên sozdar anku Erbeyînê di nava şîn û matemê da ye.

Sibê yekşemî 20`ê meha Sefera sala 1438`an a Koça Heyvî hevdem digel roja 20`ê Mijdara 2016`an, çilemîn roja şehîdbûna pêşeng û serwerê şehîdan, hezretê îmam Hisên (S) wek îmamê sêyem.

Hezretê îmam Hisên (S) di roja 10`ê meha Muherema sala 61`an a Koça Heyvî di temenê 57 saletiya xwe da hat şehîdkirin. Hezretê îmam Hisên (S) li bara bûyera Kerbelayê û di riya Mekkeyê heta kerbelayê heta dema şehîdbûnê bi zelalî û eşkere pêgirî kir: “Mebesta min a vê hereketê riswakirina hikûmeta dijî îslamê ya Yezîd û handanan bo xêrê û dûrkirina ji munker û xerabiyan û sekinîna li hemberî zilm û zorê ye û tu armanceke min ji bilî piştgiriya ji Qurana Kerîm û zindî xwedîkirina Ola Îslama Resen a Mihemedî tine“.

Gelê Îranê îşev li rêûrisma çilemîn şeva şehîdbûna serwer û pêşengê şehîdan wekî şevên Tasûa û Aşûraya Hisênî bi amadebûna li mizgeft, hisêniye û tirba paqij a hezretê îmam Reza (S) îmamê heştem ê şîeyên cîhanê li bajarê Meşhedê û tirba paqij a hezreta Mesûme li bajarê pîroz ê Qumê şîngêriyê dikin.

Xwendina mersiye û nûçeyan, şîngêrî û axaftina li bara cîgeh û kesayetiya hezretê îmam Hisên (S), îmamê sêyem ê şîeyan ji bernameyên gelê bawermend û hisênî yê Îrana Îslamî di şev û roja Erbeyîna Hisênî ye.

Saziya Radyo û Têlêvîziyona Komara Îslamî ya Îranê bi boneya hatina Erbeyîna (Çilema) şehadeta Îmam Hisên (S) û rêhevalên wî yên sozdar sersaxiyê dide hemî misilmanan bi taybet şîeyên cîhanê û azadîhezên din. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu