IraqNûçeRojhilatanavin

Teqîna terorîstî ya li parêzgeha Selahedîn a Iraqê

Di encama teqîna bombeyekê li koma awareyan a parêzgeha Selahedîn a Iraqê de, hejmarek hatin kuştin û hinek jî birîndar bûn.

 Îro sêşemiyê li navçeya El Zewiye û El Şerqatê û li koma awareyên parêzgeha Selahedînê li bakûrê Iraqê, bombeyek teqiya û herîkêm 4 kesên sivîl hatin kuştin û heşt kes jî birîndar bûn. Nûçeya din a ji Iraqê jî eva ye ku Nizam El Cuxeyfî, yek ji efserên beşa istixbaratê ya hêzên gelanî (El Heşed El Şeibî) a Iraqê, ragihand ku 200 serbaz û misteşarên amerîkî ketine nava pêgeha hewayî ya Eyn El Esed a parêzgeha El Enbarê li rojavayê Iraqê. El Cuxeyfî got, hêzên amerîkî hevgavê amadetiya hêzên iraqî bona paqijkirina navçeyên rojavayê parêzgeha El Enbarê, ji bo çavdêrî û kontrola li ser rewşa ewlehiya li pêgeha Eyn El Esedê, bicih bûne.

Berî niha jî bi dehan leşkerên amerîkî bi mihaneya beşdariya li operasyona azadkirina Mûsilê, derbasî pêgeha El Qiyarê ya li 65 kîlometriya Mûsilê bûn.

Eşton Kartêr, wezîrê berevaniyê yê Amerîkayê, berî niha ragihandibû ku welatê wî, wê 560 hêzan ji bo piştevaniya ji operasyona azadkirina Mûsilê, bişîne Iraqê. Rayedarên iraqî li berteka li hember hebûna hêzên amerîkî li operasyona azadkirina Mûsilê ragihand ku Iraqê ji bo azadkirina Mûsilê, tu hewcetiya xwe bi   hizûra leşkerî ya Amerîkayê re tuneye (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu