Wezîrê berevanîyê yê Komara Îslamî ya Îranê, ewlehiya Iraqê hema weke ewlehiya Îranê da zanîn.
Serdar sertîp Hisêyn Dêhqan roja şemiyê li hevdîtina serleşkir Irfan El-Hiyalî wezîrê berevaniyê yê Iraqê li Têhranê got: Komara Îslamî ya Îranê yê piştgirî û hevkariyên xwe bi dewlet û gelê Iraqê re bidomîne û hemî hêzên xwe yên siyasî, aborî û eskerî yên xwe li kêleka şiyanên Iraqê jibo pêkanîna ewlehiya mayînde li vî welatî û Iraqeke biqawet bixebitîne.
Serdar sertîp Dêhqan yekperçetiya erdê û yekperçetiya neteweyî li Iraqê weke garantiya aramî û ewlehî û parastina berjewendiyên hemî qewm û etnîkên Iraqê da zanîn û destnîşan kir: Komara Îslamî ya Îranê liv û tevgerên nehevdeng li Iraqê qebûl nake.
Wezîrê berevaniyê yê Îranê herwiha bal kişand ser piştgiriya hin welatên navçê ji terorîzmê û hevkariya tev Emerîka û Rejîma Siyonîstî jibo pêkanîna bêewlehiyê li navçê û got: Divê lihevkirineke navçeyî û cîhanî li dijî terorîzmê û alîgirên wan hebe ta ku mirov bikaribe li bara kokbirrkirina terorîzmê hêvîdar bibe.
Serleşkir Irfan El-Hiyalî wezîrê berevaniyê yê Iraqê jî li vê hevdîtinê ji piştgiriyên dewlet, gel û hêzên çekdar ên Îranê ji Iraqê jibo rawestana li ber terorîzmê spasî kir û destnîşan kir: Iraq bi sekinîna ser ezmûnên berê li dû pêşerojeke geş û ronî e.
Serleşkir El-Hiyalî got ku nihêrîn, armanc û berjewendiyên hevpar ên Îran û Iraqê rewşê jibo berfirehkirina peywendiyên du welatan xweş dikin û ser berfirehkirina zêdetir a hevkariyên berevanî-eskerî yên Îran û Iraqê sekinî.
Wezîrê berevaniyê yê Iraqê siba roja şemiyê bi taximeke berevaniyê re ser deweta fermî ya wezîrê berevaniyê yê Komara Îslamî ya Îranê sefera Têhranê kir (BANGÊ ÎSLÂMİ).