ÎranNûçeRojhilatanavin

Sertîp Eşterî: Gotinên Trump li dijî Sipahê Pasdarên Inqilabê ji ber aqilsivikbûna wî ne

Fermandeyê hêza Intizamî yê Komara Islamî ya Îranê gotinên bikîn ên serokomarê Amerîkayê li dijî Sipahê Pasdarên Inqilaba Islamî encama aqilsivikî û nebûna haya wî ji cîhanê ne.

Donald Trump serokomarê Amerîkayê înîyê şevê bi dubarekirina buxtanên dijî gelê Îranê, idia kir ku Têhran pişta têrorîsmê digire û Sipahê Pasdarên Inqilaba Islamî ku roleke bingehîn li şerê dijî têrorîstên ku Waşîngton li Sûrîye û Iraqê pişta wan digire heye, xist lîsteya boykotên nû.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, serdar sertîp Hisên Eşterî fermandeyê hêza Intizamî yê Komara Islamî ya Îranê îro li merasima vekirina şanzdehemîn nîşangeha navnetewî ya alavên polîsî, ewlehî û berevanîyê li Têhranê got: Zorbêj nemaze Amerîka bila bizanin ku hêzên çekdar ên Komara Islamî ya Îranê hevgirtî ne.

Sertîp Eşterî bi gotina vîya ku roja îro Îran li navçeyeke aliz ye û hin welatên cînar li gorî zordarîya zorbêjan nearam bûne û dîyar kir: Hêzên misteşarî û şîyana berevanîya Îranê karîye ku bi alîkarîya gelên welatanb, ewlehîyê bizvirîne herêmê ku Iraq û Sûrîye ji wan welatan in.

Fermandeyê hêza Intizamî yê Komara Islamî ya Îranê lidarxistina nîşangeha navnetewî ya alavên polîsî pişkek ji şîyanên Îranê zanî û pêgirî kir: Bila cîhan bizane heke zorê bide ser Îranê netenê Îran natewe belkî xurtir dibe û ev nîşangeha nîşan dide ku şîyaneka bilquwe li nav zanyar, xuliqkar û şarezayên îranî heye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu