Li gorî rapora roja îniyê ya televîayona El-Alamê, sertîp Raşid Ezîz, alîkarê berdevkê artêşa Yemenê, her wiha diyar kir rejîma siûdî hemî hêlên sor binpê kirine û hêzên yemenî amadeyî êrişên berfireh ser navçên curbicur ên Erebistanê ne.
Sertîp Ezîz tekez kir hêzên yemenî herîkêm 300 cihên giring û bingehîn li Erebistanê kivş kirine û ew hemî li ber destan in.
Sertîp Raşid Ezîz cardinê hişyarî da siûdiyan ku dê êrişên yemeniyan ser meqerên Erebsitanê heta betalkirina dorpêça Yemenê dê bidomin.
Yekîna mûşekî ya artêşê û hêzên gelanî yên Yemenê pênşemiyê şevê mûşekek avêtin ser navenda eskerî ya Xemîs Meşîtê li parêzgeha Esîrê li başûrê Erebistanê.
Hêzên yemenî meha buhurî jî karîn bi mûşekeke balistîk balefirgeha navneteweyî ya Melik Xalidê li Riyazê bidin ber êrişan. (BANGÊ ÎSLÂMİ)