Sertîp Fedewî: Dijmin bala xwe daye ser şiyanên Îranê
Alîkarê hevahengker ê Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê got: Dijminên Înqilaba Îslamî tirsa wan ji itirafa derbarê şiyanên Îranê heye.
Alîkarê hevahengker ê Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê, Serdar serîtp Elî Fedewî roja Çarşemiyê li heftemîn dora Bîranîna şehîdên Berevanê Heremê li Têhranê got: Têkoşerên Înqilaba Îslamî her gefeka dijmin kirin derfet û ew derfet kirine xala hêz û şiyanê.
Alîkarê hevahengker ê Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê her wiha got: Amerîkiyan bereyeka mezin ji bo jinavbirina dewleta Sûriyê tenê ji ber vê yekê ku li Bereya Berxwedanê ye, ava kirine, lê bi xwe li xwe mukur hatin ku têk çûne.
Serdar serîtp Elî Fedewî her wiha got: Li Iraq, Sûriye û Yemenê têkoşerên bereya heq bi fikr û ramana Înqilaba Îslamî şer dikin û têkoşerên yemenî eva çar sal in ku li hemberî tevahiya bereya istikbarê sekinîne.
Alîkarê hevahengker ê Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê got: Li gorî hejmar û estatîstîkan, ji 70 salan beriya niha va tenê 5 gemiyên şêrr ketiye ber êrîşê ku ji vê hejamrê 17 gemî têkildarî şerê Yemenê ye û têkoşerên yemenî ew ji nav birin.
Hêêzn gelanî yên Yemenê li şerê Hevpeymaniya Siûdî li vî welatî bi hêz û qawet li hemberî vê hevpeymaniyê rawestiyan. Hêza mûşekî ya Yemenê ji billî viya ku çekdarên siûdî û kirêgirtiyên wan li navçeyên cûrbicûr ên Yemen û Erebistanê didin ber êrîşê, li nav deryayê jî hêza xwe nîşanî hevpeymaniya siûdî daye.