ÎranNûçeRojhilatanavin

Sertîp Hatemî: Hêza Deryayî ya Îranê cîgeha xwe ya parastina avên welêt tesbît kiriye

Emîr sertîp “Emîr Hatemî”, Wezîrê Berevanî û Piştevaniya ji Hêzên Çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê di hevdîtina digel Emîr Edmîral (deryadar) Husên Xanzadî, Fermandarê Hêza deryayî ya Artêşa Îranê got: Li gorî girîngiya avrêyan di warên cûrbecûr ên ewlehî, aborî û berfirehiya hatûçûna keştiyên ticarî û niftkêşan, dabînkirina ewlehiya cuxrafyaya avî pêwîst e.

Sertîp Hatemî her wiha got: Hêza deryayî ya Îranê roja Îranê xudana vê şiyanê ye ku bi behrewergirtina ji amûr û çekên pêşketî yên di warê şerê deryayî, hebûneke bihêz ji qiraxên Kendava Farisê û Deryaya Omanê heta Oqyanûsa Hindê û di her nuqteyeke avên navneteweyî ku pêwîstî bi pêkanîna ewlehiyê be, amade bibe û bi vê armancê cîgeh û rola xwe heta asta Hêza Stratejîk xurt kiriye.

Fermandarê Hêza deryayî ya Artêşa Îranê jî di vê hevdîtinê da tevî pîrozkirina Roja Pêşeya Berevaniyê, got: Hêza deryayî li gorî rewşa ku ji serdema Berevaniya Pîroz heta niha derbas kiriye û boykotên zalimane ku li pey xwe hiştine, hewilê dide ku danûstandin û têkiliya nêzik digel Pêşeya Berevaniyê her rojê xurttir û geştir bibe.

Edmîral Xanzadî her wiha qedra hewildan û piştgiriyên Wezareta Berevaniyê ya Îranê jibo nûkirin û baştirkiirna pergalên deryayî girt.

Sibe Înî, 21ê Tebaxê, di salnameya Komara Îslamî ya Îranê wek Roja Pêşeya Berevaniyê hatiye binavkirin.

Başa dön tuşu