FilistînÎranNûçeRojhilatanavin

Ravekirina programên Konferansa Navnetewî ya Piştgirîya ji Intifaza Filistînê li Têhranê

Berdekê Şeşemîn Konfiransa Navnetewî ya Piştgirîya ji Intifaza Filistînê li Têhranê got: Ev konfiransa yê 21 û 22`yê Sibatê bi amadebûna 700 mêvanên bîyanî ji 80 welatên cehanê û bi peyama rêberê qedirgiran ê inqilaba islamî ya Îranê li Têhranê bê lidarxistinê.

Kazim Celalî, berdevkê Konfiransa Navnetewî ya Piştgirîya ji Intifaza Filistînê li îro li civîneke rojnamevanîyê ya ravekirina programên vê konfiransê got: Konfiransa Navnetewî ya Piştgirîya ji Intifaza Filistînê yê bi durişma “ em hemî bi hev re jibo piştgirîya ji Filistînê“ li asta serokparliman, cîgirên serokmeclis, serokên komsyonên têkildar ên wek sîyaseta derve û ewlehîyê, kesayetîyên berbiçav ên berxwedan û têkoşînê, NGO û komên alîgirê Filistînê ji seranserî dinyayê bê lidarxistinê.

Calalî ku endamê meclisa şêwra islamî ya Îranê ye bibîr xist: Bilî axavtina serokê Komara Islamî ya Îranê li merasima destpêbûna Konfiransa Navnetewî ya Piştgirîya ji Intifaza Filistînê, daxûyanîya dawîyê û rapora komîteyên çarqolî yê bên xwendinê û qedrê hin komên berxwedanê û hizirvanên vî warî bê girtinê.

Celalî herwiha got: Yek ji armancên lidarxistina Konfiransa Navnetewî ya Piştgirîya ji Intifaza Filistînê kişandina bala cehana islamê ser meseleya Filistînê ye û da zanînê ku divê mijarên tayfeyî, şerên mezhebî û nakokîyên di navbera misilmanan da bên jibîrkirinê û ew bala xwe bidin ser yêketîya jibo sekinîna li hemberî Rêjîma Sîyonîst.

Berdevkê Konfiransa Navnetewî ya Piştgirîya ji Intifaza Filistînê balkişandina li ser mijara Qudsê û şermezarkirina dewama bajaroksazîya li erdên dagirbûyî ji armancên din ên lidarxistina vê konfiransê ragihand. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu