ÎranNûçeRojhilatanavin

Sertîp Hatemî: Îran li nûvandina leşkerî ya Sûriyê beşdariyê dike

Wezîrê Berevanî û Piştgiriya ji hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê bal kişande ser lihevkirinameya hevkariya berevaniyê navbera Îran û Sûriyê û got: “Ev lihevkiriname nûvandina artêşê û pêşeyên berevaniyê yên Sûriyê ji bo bihêzbûna dubare ya vî welatî digire ber xwe û Îran jî dê li vî warî da beşdariyê bike“.

Wezîrê Berevanî û Piştgiriya ji hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê, Emîr sertîp Emîr Hatemî û Elî Eyûb, wezîrê berevaniyê yê Sûriyê roja Yekşemiyê piştî gotûbêjka dualî û hevdîtina bi Bişar Esed, serokomarê Sûriyê, belgenameya lihevkirinameya hevkariya berevaniyê navbera du welatan wajo kirin.

Emîr sertîp Emîr Hatemî roja Duşemiyê li gotûbêja bi kanala têlêvîziyonî ya El Meyadînê, destnîşan kir: “Îranê dil heye ku pêwendiya bi dostanî û biratî bi cînarên xwe û welatên navçeyê ra biparêze, ji ber ku ewlehiya navçeyê tenê bi riya hevkarî û beşdariya van welatan serê xwe digire“.

Serîtp Hatemî her wiha got: “Ewlehiya navçeyê nikare ji aliyê welatên biyanî va ku tu têkilliya wan bi navçeyê ra tune, were dabînkirin û welatên navçeyê bi hevkariya hevdu nabe ku rê bidin aliyên din li karên navçeyê mudaxile bikin û bi hev ra rikeberiya çekdarî bikin“.

Wezîrê Berevanî û Piştgiriya ji hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê her wiha bi gotina vê yekê ku Hizbullaha Libnanê xwedan berbihurî û sabiqeyeka ron û serketî li warê sekinîna li hemberî dagirkeran û berevaniya ji Libnanê ye, got: “Roja îro Hizbullah li warê siyasî û berevaniyê gellek bihêz e û roleka gellek bibandor û girîng li Libnanê heye“.

Wezîrê Berevanî û Piştgiriya ji hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê roja bihurî anku Yekşemiyê di serê desteyeka leşkerî bi mebesta sefereka durojî gihîşte Sûriyê û bi Bişar Esedê serokoamrê Sûriyê û Elûb Elî, wezîrê berevaniyê yê vî welatî ra hevdîtin û gotûbêj kir.

Başa dön tuşu