IraqNûçeRojhilatanavin

Vegeriyana bi dehan hezar iraqiyan bo malên xwe li Mûsilê

Wezareta koçberiyê ya Iraqê ragihand ku zêdetirî 63 hezar awareyên iraqî vegeriyane malên xwe li rojhilata Mûsilê.

  Li gorî rapora roja yekşemiyê ya navenda nûçan a rojnama  El-Quds El-Erebî, Setar Newroz, berdevkê wezareta koçberiya Iraqê bal kişana ser vegeriyana  awareyên iraqî bo malên xwe li Mûsilê li parêzgeha  Neynewayê û got : Niha ewlehiya navçên azadbûyî ji aliyê hêzên iraqî dabîn bûye û hevcetiyên  ewilî yên  awareyan jî gihêştiye ber destê wan.

Hevgavê destpêbûna  operasyona  azadkirina  Mûsilê li Cotmeha 2016an  zêdetir ji 191 hezar kes ji xelkê beşa rojhilatê Mûsilê aware bûne .

Operasyona  azadkirina  rojava Mûsilê jî ji îro yekşemiyê, 19 Sibata 2017an  ser fermana  Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê destpê bûye.

Hevgav Hesen  Sebawî endamê konseya  walîtiya  Neynewayê dilgirarniya xwe li bara dewama  cinayeta DAIŞê li Iraqê nîşan da û got : Zêdetir ji 850 hezar kesên sivîl li beşa rojava  Mûsilê ji lepên DAIŞê, herîkêm 40 kes ji endamên  vê grûpê hatine kuştin.

Necm El-Cebûrî ji fermandên  operasyona  Neynewayê got : Hêzên ewlehiyê yên Iraqê bi dewama pêşdeçûna  xwe li mêhwera başûrê Mûsilê, gundên  El-Kafûr û Kernîtê ji lepên  DAIŞê azad kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu