Emîr sertîp Emîr Hatemî, wezîrê berevaniyê yê Îranê roja yekşemiyê li Şîrazê navenda parêzgeha Farsê li başûrê Îranê got: Ger dijmin kêliyekê jî hest bikin Îran lawaz bûye, dê komploya xwe ya nehs, hema mîna serdema berevaniya pîroz weke êrişa eskerî ser Komara Îslamî ya Îranê bisepînin.
Emîr sertîp Emîr Hatemî,bal kişand ser vê yekê ku alûgurên cîhanî li warê zanist û teknolojiyê pir bi lezgînî bi pêşde diçin û destnîşan kir: Qaweta Îranê li warê berevaniyê divê gav bi gav bên birojkirin û bên şopandin.
Wezîrê berevaniyê yê Îranê her wiha bal kişand ser destkewtên Inqilaba Îslamî û destnîşan kir: Yek ji destkewtên bi nirx ên nizama Komara Îslamî ya Îranê qutkirina girêdayîbûna li îstikbarê bûye.