ÎranNûçeRojhilatanavin

Sertîp Hatemî: Rêjîma Siyonîst gefek li dijî ewlehiya navneteweyî ye

Wezîrê Berevanî û Piştgiriya ji Hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê bal kişande ser salvegera êrîşa kîmyayî li ser bajarê Serdeştê li bakurê rojavaya Îranê û destnîşan kir: Rêjîma Siyonîst bi hebûna ambarên çekên qedexe gefek li dijî ewlehiya naventeweyî ye.

Roja 28ê Hezîrana sala 1987an, Rêjîma Beisa Iraqê bajarê sînorî yê Serdeşta Îranê bi bombeyên kîmyayî da ber êrîşê ku di vê êrîşê da 119 kes ji rûniştiyan şehîd bûn û zêde ji heşt hezar kesî tûşî jehrîbûna kîmyayî bûn.

Li gorî rapora IRNAyê,  Emîr sertîp Emîr Hatemî roja Îniyê li peyamekê bal kişande ser girtina pêşiya lêgerîn û jinavbirina çekên kîmyayî yên Rêjîma dagirker a siyonîst wek gefa herî mezin li dijî aştêî û ewlehiya navçeyê, derbarê pêkhatina têrorîsma kîmyayî li navçeya Rojavaya Asyayê hişyarî da.

Sertîp Hatemî, Komara Îslamî ya îranê wek goriyê herî mezin ê çekên kîmyayî da zanîn û got: Piştî derbasbûna du dehsalan ji damezirandina Saziya Qedexeya çekên Kîmyayî (OPCW), hin dilgiranî û fukar derbarê aştî û ewlehiya navçeyê hene.

Wezîrê Berevanî û Piştgiriya ji Hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê got: Amerîka bi binpêkirina qanûn û pîvanên navneteweyî û berçavnegirtina Kosneya Ewlehiyê û Saziya Qedexeya çekên Kîmyayî (OPCW) bi êrîşa leşkrî li dijî binavahiyên dewleta Sûriyê bi mehneya bikaranîna çekên kîmyayî, navçeya rojavaya Asyayê zêdetir ji berê tûşî bê-ewlehîtiyê aniye.

Wezîrê Berevanî û Piştgiriya ji Hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê, Emîr Sertîp Emîr Hatemî got: Bêsoziya Amerîkayê derbarê jinavbirina ambarên çekên xwe yên kîmyayî piştî derbasbûna 11 salan ji demam diyarkirî li Konvansiyonê û bêbaweriya bi cihanîna sozên vî welatî di salên tê da, dilgiranî û fukar li bara ketina van cûre çekan ber destê komên têrorîst bi taybet Munafiqîn û DAIŞê pêk aniye.

Başa dön tuşu