Emîr sertîp Ferzad Îsmaîlî li merasima cejna dayîna derece û pileyê bo eskerên perwedeyê li Têhranê, got: Îqtidar û ewlehiya Nizama Komara Îslamî ya Îranê li 40 salan boykot û gefê ji aliyê îstikbara cîhanî, encama li xwe buhurînê û hewldana hêzên çekdar e.
Emîr sertîp Ferzad Îsmaîlî bal kişand ser vê yekê ku dijmin qet newêrin ku li navçê serê xwe hilînin û got: Hêza însanî ya pispor û cureyên kelûmelên modern ên navenda brevaniya hewayî ya Xatemulenbiyayê(s) ya artêşê li kêleka hêzên çekdar ên Îranê, bayeke hênik ji bo gelê Îranê û cînaran û cehnemeke kel ji bo dijminên sonxwarî yên nizama Îslamî ye.
Fermandê navenda berevaniya hewayî ya Xatem-Ul-Enbiyayê(s) ya artêşa Komara Îslamî ya Îranê, hêzên çekdar ên heq û batilê bi hev reqiyas kirin û diyar kir: Hêsîrbûna bi lehengtî ya şehîd Muhsin Hucecî ji parêzvanên heremê û nihêrîn û baweriya wî û qurûr û xîreta wî ya olî li nava qaba medyayê cîhanê, tevî ku xurtî û berxwedana têkoşerên bereya heqê, nîşan da, her wiha asta bilind a pştgvaniya fikrî û armancên pîroz ên têkoşerên bereya berxwedana Îslamî nîşanî gişkan da.
Muhsin Hucecî ji parêzvanên heremê, , 9 Tebaxa 2017an piştî hêsîrbûna ji aliyêendamên koa terorîstî ya DAIŞê li sînorê navbera Sûriyê û Iarqê şehîd ket.
Fermandê navenda berevaniya hewayî ya Xatem-Ul-Enbiyayê(s) ya artêşa Komara Îslamî ya Îranê, her wiha bal kişand ser şerê nerim ê dijmin û got: Amadebûna ciwanên Îrana Îslamî li çeperên çandî, dijminan li erdê dixe û li vî şerî jî dê serketina dawiyê ya bereya heqê be. (BANGÊ ÎSLÂMİ)