ÎranNûçeRojhilatanavin

Sertîp Îsmaîlî: Emê bersiveke qahêm bidine destdirêjiya dijminan

Fermandê navenda berevaniya hewayî ya Xatem Ul-Enbiyayê(s) ya artêşa Îranê got: Seranserê Îrana Îslamî tije navendên berevaniya hewayî ya artêşê ne û dê bersiva her cure destdirêjiyek dijminan ser Îranê bi tundî were dayîn.

 Emîr sertîp  Ferzad Îsmaîlî roja şemiyê li merasimekê serketin û geşatiya  niha ya Komara Îslamî ya Îranê deyndarê xwîna şehîdên  8 salan  berevaniya  pîroz  da zanîn û got: Li sê hezar û 700 cihên Îran navendên berevaniya  hewayî ya Xatem ULEnbiyayê (s) ên artêşê hatine damezrandin û û tu teyrek jî  bi qesta dstdirêjiyê nikare  ji esmanê Îranê derbas bibe.

Fermandê navenda  berevaniya hewayî ya Xatem Ul-Enbiyayê(s) ya artêşa Îranê bal kişand ser vê yekê ku Îran li warê berevaniyê  ji van welatên herî pêşkertî ên cîhanî ye û destnîşan kir: hêz û karîna eskerî ya Îranê bi tu muzakireyekê nayê guhertin û ger dijmin  tiliya xwe dayne ser maşikê, dê wisa  were tenbêkirin  ku ji kiryara xwe poşman bibe.

Emîr sertîp  Ferzad Îsmaîlî  her wiha bal kişand ser mijara derkleian  Emerîkayê ji bernama  hevhatina navokî û got: Emerîkayê ji destpêka  rêketina navokî heya niha  di vê rêketinê de nebûye û Îran qet ji ber derketina Emerîkayê ji vê rêketinê dilgiran nîne.  Fermandê navenda  berevaniya hewayî ya Xatem Ul-Enbiyayê(s) her wiha got: Boykotên Emerîkayê li dijî Îranê ne tenê tu bandor ser welêt nekiriye belkî viyana gelê Îranê ji berê jî xurtir kiriye.

Başa dön tuşu