ÎranNûçeRojhilatanavin

Mîrê Qeterê: “Em sipasiya Îranê dikin`’

Mîrê Qeterê, Şêx Temîm Bin Hemed Alê Sanî li hevpeyvîna bi kanala têlêvîziyoniya CBS`a Amerîkayê ra, got: “Dema ku çar welatên erebî gelê me dorpêç kiribûn, tenê ji rêya Îranê me karî xwarek û dermanê dabîn bikin“.

Wî got: “Erebistan û hevpeymanên ereb ên vî welatî li dû guhertina hikûmeta Qeterê ne“.

Mîrê Qeterê derbarê dûhatên her cûre rûbirûbûna leşkerî ya pêkhatî ji ber kêşeya dîplomatîk a navbera vî welatî û çar welatên erebî hişyarî da.

Mîrê Qeterê her wiha amadetiya xwe ji bo gotûbêjên rasterast digel rayedarên welatên ereb ên navçeyê bi mebesta çareserkirina qeyrana pêkhatî navbera wan û Dûheyê ragihand.

Mîrê Qeterê, Şêx Temîm Bin Hemed Alê Sanî di dewamê da got: “Dûhe dixwaze ku nakokiyên navbera Dûheyê û welatê erebî bi dawî bên, lê tiştek seratir ji keramet û hakimiyeta Qeterê nîne“.

Şêx Temîm Bin Hemed Alê Sanî tevî pêgiriya li ser vê yekê ku Qeter îzna destwerdana li karên xwe yên navxweyî nade tu kesî, got: “Welatên ku Qeter dorpêç kirine, li dijî serxwebûn û azadiya gotinê li vî welatî ne“. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu