Fermandê hêza bejahiyê ya Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî, ewlehiya sînoran, weke hewcetiya hevpar a Îran û Iraqê da zanîn û got: Meşqa hevpar a hêzên çekdar ên Îranê û Iraqê bi armanca xatircembûna ji ewlehiya sînorên hevpar li halê cîhatinê ye.
Qonaxa sisiyan a meşqa Heyderê Kerrar a hêza bejahiyê ya artêşa Komara Îslamî ya Îranê ser navê Îqtidarê vê sibê duşemiyê li sînorên rojavaya Îranê destpê bû.
Li gorî rapora Sipah Newsê, serdar sertîp Muhemed Pakpûr li kêleka lidarxistina meşqa hevpar a hêzên çekdar ên Îranê û Iraqê li navçên sînorî yên rojava û bakurê rojava Îranê got: Dabînkirina ewlehiya mayînde û xatircem di rewşa niha de ku nizama serdestîxwaz û siyonîzm li dû bêewlehkirina navçê jibo pêşdebirina armancên xwe yên kirêt in, pir giring e.
Fermandê hêza bejahiyê ya Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî her wiha diyar kir: Îran û Iraq bi hebûna dijminên hevpar, garantîkirina ewlehiya sînorên xwe yên berfireh li hember gefan weke hewcedariyeke dayimî û hevpar dane zanîn û li vê çarçoveyê lidarxistina meşqa Iqtidarê kete rojeva hêzên çekdar ên Îran û Iraqê.
Sertîp Pakpûr destnîşan kir: Siyaseta Komara Îslamî ya Îranê li bara ewlehiya sînorên xwe, beşdarkirina xelkê û rûniştiyên navçên sînorî li warê ewlehiyê ye.
Fermandê hêza bejahiyê ya Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî ya Îranê teqez kir: Dewama serdestiya lêzanînî ser alugurên navçên sînorî û derdora wan ji bernameyên operasyonî yên berdewam ên hêza bejahiyê ya Sipahê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)