ÎranNûçeRojhilatanavin

Sertîp Sebahîferd: Îran tu caran rê nade destdirêjiya dijminan

Fermandarê teze yê Biryargeha Parastina Hewayî ya Xatem ul Enbiya (S) ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê got: Komara Îslamî ya Îranê bi behrewergirtina ji îmkanên herî baş û alavan, îzna ti destdirêjiyekê nade dijminan.

Li gorî rapora roja Duşemê ya IRIB Newsê, Fermandarê teze yê Biryargeha Parastina Hewayî ya Xatem ul Enbiya (S) ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê, Emîr sertîp Elîriza Sebahîferd ku ji bo nîşandana emekdariya xwe derheq armanc û ramanên Îmam Xumêynî (RE) li tirba paqij a Xîmdarê Komara Îslamî ya Îranê amade bû got: Têkoşerên Biryargeha Parastina Hewayî ya Xatem ul Enbiya (RE) ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê dê heta dawîn dilopa xwîna xwe ji armanc û ramanên Înqilaba Îslamî paşve nekişin.

Fermandarê giranqedrê gişt hêzên Îranê, Hezretê ayetullah Xamineyî roja 29ê Gulanê bi fermanekê Emîr Sertîp Elîriza Sebahîferd wek Fermandarê teze yê Biryargeha Parastina Hewayî ya Xatem ul Enbiya (S) ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê tayîn kir. Beriya wî Emîr sertîp Ferzad Îsmaîlî ev berpirsiyarî dabû ser milê xwe.

Başa dön tuşu