ÎranNûçeRojhilatanavin

Sertîp Selamî: Îran welatê herî ewleh ê navçê ye

Serdar sertîp Huseyn Selamî, cîgirê fermandê giştî yê sipahê pasdarên Inqilaba Îslamî roja duşemiyê li 24 mîn civîna  pêşnimêjên  îniyê yên başûrê rojhilata  Îranê li Zahidanê diyar kir: îro tu kes nikare jibo rawestana li ber Îrana Îslamî ber xwe bide jiber ku nizama  Komara Îslamî ya Îranê ewqas bihêz bûye ku  bi hemî qawetan re li her meydanekê ku ew êrişê bikin, dijmin  işkest bide.

Serdar sertîp Huseyn Selamî, cîgirê fermandê giştî yê sipahê pasdarên Inqilaba Îslamî bal kişand ser vê yekê ku pîlana  Emerîka, Brîtanya, Rejîam  Siyonîstî û hevpeymanên  wan ên navçeyî jibo cîhana  Îslamê pîlaneke  kavilker û bitalûke ye û destnîşan kir: Pîlana  dijmina jibo cîhana Îslamê, paşdexistina  misilmanan, rewacdayîna  feqr û xizaniyê , gendelî û paşverotiya wan a çandî ye.

Sertîp Selamî bal kişand ser vê yekê ku li 40 salên buhurî hemî şerên rojava  li cîhana  Îslamê qewimîne da ku otorîteya cîhana Îslamê bikin armanc û destnîşan kir: Inqilaba Îslamî ya Îranê bi xurtî, û wêratî û hikmeta rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî berevaniya  mafên misilmanan li hember mustekbir û zordaran dike.

Serdar sertîp Huseyn Selamî, cîgirê fermandê giştî yê sipahê pasdarên Inqilaba Îslamî her wiha  bal kişand ser vê yekê ku  Inqilaba Îslamî ya îranê di navbera şîe û suneyan  sînorekê qayîl nîne û destnîşan kir: Inqilaba Îslamî li dirêjahiya salên derbasbûyî alîkariya  suneyên Filistînê, Sûriye û dewletên Îslamî kiriye ji ber ku  misliman umeteke  hevgirtî ne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu