Serdar sertîp Huseyn Selamî, cîgirê fermandê giştî yê sipahê pasdarên Inqilaba Îslamî roja duşemiyê li 24 mîn civîna pêşnimêjên îniyê yên başûrê rojhilata Îranê li Zahidanê diyar kir: îro tu kes nikare jibo rawestana li ber Îrana Îslamî ber xwe bide jiber ku nizama Komara Îslamî ya Îranê ewqas bihêz bûye ku bi hemî qawetan re li her meydanekê ku ew êrişê bikin, dijmin işkest bide.
Serdar sertîp Huseyn Selamî, cîgirê fermandê giştî yê sipahê pasdarên Inqilaba Îslamî bal kişand ser vê yekê ku pîlana Emerîka, Brîtanya, Rejîam Siyonîstî û hevpeymanên wan ên navçeyî jibo cîhana Îslamê pîlaneke kavilker û bitalûke ye û destnîşan kir: Pîlana dijmina jibo cîhana Îslamê, paşdexistina misilmanan, rewacdayîna feqr û xizaniyê , gendelî û paşverotiya wan a çandî ye.
Sertîp Selamî bal kişand ser vê yekê ku li 40 salên buhurî hemî şerên rojava li cîhana Îslamê qewimîne da ku otorîteya cîhana Îslamê bikin armanc û destnîşan kir: Inqilaba Îslamî ya Îranê bi xurtî, û wêratî û hikmeta rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî berevaniya mafên misilmanan li hember mustekbir û zordaran dike.
Serdar sertîp Huseyn Selamî, cîgirê fermandê giştî yê sipahê pasdarên Inqilaba Îslamî her wiha bal kişand ser vê yekê ku Inqilaba Îslamî ya îranê di navbera şîe û suneyan sînorekê qayîl nîne û destnîşan kir: Inqilaba Îslamî li dirêjahiya salên derbasbûyî alîkariya suneyên Filistînê, Sûriye û dewletên Îslamî kiriye ji ber ku misliman umeteke hevgirtî ne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)